Sedr piştgirî da operasyona li dijî gendeliyê

Lîderê Tevgera Sedr diyar kir ku operasyona li dijî gendeliyê hate destpêkirin gaveke girîng e.

Serokê Tevgera Sedr, Muqteda El Sedir derbarê hewldanên hikûmeta Iraqê yên ji bo girtin û dadgehkirina kesên destê wan di gendeliyê de hene, daxuyaniyeke fermî belav kir.

Sedr di daxuyaniya xwe de got: “Ew operasyona girtinê ya ku ji aliyê serokwezîrê Iraqê  Elî Zeydî ve li dijî kesên gendel hat detpêkirin, pêngaveke lehengiyê ye. Piştî vê operasyona dijî kesên gendel, hêviyên nû di dilê me û gelên Iraqê de çêbû.’’

Serokê Tevgera Sedr di dewamê de bal kişand ser rola dadweriya Iraqê û got: “Em spasiya rola dadweriya Iraqê û hêzên ewlehiyê yên leheng dikin, bi taybetî hêzên antî-terorê, em hêvî dikin ku ev xebat bi her awayî berdewam bin.”

Meqteda Sedr destnîşan kir ku ji bo piştgiriya vê operasyonê, divê pêşnimêjên nimêja Înê,  di Îniya bê de serkêşiya xwepêşandanek aştiyane bikin. Sedr xwest di wê çalakiyê de tene alayên Îmam Husên û Iraqê werin bilindkirin û tu alayeke din neyê hildan.

Ev helwesta Sedr di demekê de tê ku hikûmeta Iraqê ji duh ve dest bi girtina berpirsên gendel kiriye. Li gorî agahiyên hatine piştrastkirin, heta niha nêzîkî 50 berpirs û parlamenter binçavkirin û ji bo gelek berpirsên din jî dosyeyên gendeliyê hatine vekirin.